HPG û artêşa Tirkiyê bîlançoya 7 mehan belav kirin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê serbazî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bîlançoya 7 meha a şer belav kirin.

17.11.2022, Per - 05:55

HPG û artêşa Tirkiyê bîlançoya 7 mehan belav kirin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya HPGê bîlançoya 7 mehan a şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyê re ya navbera 14ê Nîsanê û 14ê Mijdarê de eşkere kir.

Di daxuyaniya HPGê de hat ragihandin ku 18 jê efser bi giştî 2 hezar û 544 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê di bîlançoya xwe de da zanîn ku di wê navberê de 2 hezar û 553 çalakî hatine lidarxistin, 11 helîkopter xistine xwarê û 2 tank hatine derbkirin. Herwiha HPGê eşkere kir ku 174 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê bîlançoya 7 mehan a "Operasyona Pençe-Kilîd" ya ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên Başûrê Kurdistanê ku ji 17ê Nîsanê ve hat lidarxistin eşkere kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku heta niha 455 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku heta niha “1904 teqemeniyên destçêkirî û mîn hatine îmhakirin, mûşekên dijî tankan AT-3, AT-4, AT-5, roketavêj, doçka û Zagros ên dijefroke, çekên otomatîk ên bixi, qenas, kalaşnîkof û çekên M-16 jî di nav de bi giştî 1203 çekên cûr bi cûr hatine dîtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x