Firokeyên şer çiyayên Metîn û Gareyê bi tundî bombebaran kirin

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çiyayên Metîn û Gareyê yên navçeya Amêdî ya Duhokê bi tundî bombebaran kirin.

03.06.2023, Cts - 15:35

Firokeyên şer çiyayên Metîn û Gareyê bi tundî bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro Şemiyê çiyayên Metîn û Gareyê yên derdora naheyeyên Şêladize û Dêrelûkê yên girêdayî navçeya Amêdî ya Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin.

Helkeft Doskî yê şêniyê nahyeya Dêrelûkê ku dîmenên dema bombebaranê ji Rûdawê re şandiye, diyar kir ku di demjimêr 10:00 û 11:30an de firokeyên şer ên Tirkiyê derdora Dêrelûkê Gareyê û Metîn û derdora gundên Sorê Sêgirê, Hetûta Kevn, Kafiye û gundê Sergeliyê bi dijwarî bombebaran kirine.

Doskî da zanîn ku ti ziyanên canî çênebûne û bombebarana ku demjimêr û nîvekê berdewam kir, gelekî dijwar bû û di nava welatiyên herêmê de bû sedema tirs û xofê.

Herî dawî di 16ê Gulanê de artêşa Tirkiyê derdora Şingalê û Amediyê bombebaran kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x