Dıvê Em Çi Bıkın?

Bifikirin,bîna diheje, ez bi vê rastiya mezin şiyar nabim, lê kilêda ser pişta derî diheje, ez dibêjim ev erdhej e. Nexwe rastiyên mezin nayên zanîn, rastiyên biçûk girîng in, yanê em bîrnasyieke (mantik) wisa çê dikin, lê ne rast e.

Zeynel Abidin

14.11.2017, Sal | 08:43

Dıvê Em Çi Bıkın?
Nêrîn Belav bike

Îro berbi êvar hinekî xew re çûbûm, hişiyar bûm, ku bîna diheje. Min tişt fêm nekir. Min fikirî, ku jiber tesîra xewê îlûzyon dibînim. Li ser derî kilît dihejiya. Min got, naxêr, erd dihêje, îlîzyon nîn e.

Ji oda xwe daketim jêr. Hemî mûşteriyên otêlê li jêr bûn. Lê asansorê bikar dihanîn. Ecêb bû. Yek jî hemî mûşterî dibêjim, lê jixwe 7-8 kes in, jinemêr û pîremêrekî ereb, du rojnamevanên Kurd, du xebatkar, xwediyê otêlê û ez.

Piştî referandûmê otêl vala bûbû jixwe. Cara yekem e ku ez van çend mûşteriyan li jêrê dibînim. Nexwe ji bo tedbîr li jêrê dimînin, naçin odeya xwe. Paşê ez dîsa derketim jor, oda xwe. Min çayekê ji xwe re dem kir, cigareyek vêxist û xwe bi xwe qise kir; ev erdhej ne tiştek e, me esil erdhej bi xiyaneta 16 cotmeh dît. Lê em xwe jî, miletê xwe jî nas nakin.

Xwenasîn destpêka serxwebûnê ye.

Eger em xwe nas nekin, serxwebûn dûrê me ye. Lê em dikarin wê nêzik bikin.

Naxêr em dikarin serbixwe bin.

Em dê bibin jî.

Çawa?

Bifikirin,bîna diheje, ez bi vê rastiya mezin şiyar nabim, lê kilêda ser pişta derî diheje, ez dibêjim ev erdhej e. Nexwe rastiyên mezin nayên zanîn, rastiyên biçûk girîng in, yanê em bîrnasyieke (mantik) wisa çê dikin, lê ne rast e.

Di karesatan de însan jiber ku naxweze bêhêvî be, delîlên mezin naxweze bibîne. Heta Civîna Dokanê ya 15 Cotmeh 2017 hemî diyardeyan bo me eslen têrê dikir ku xiyaneteke mezin dê were kirin. Jiber ku di hemî pêvajoya referandûmê de propaganda û kiryarên ku hizbên Goran, YNK, PKK û Komela Alî Bapîr dikirin, ji aliyê qet dewleteke dagirker nehatibû kirin. Bo mînak qet dewleteke dagirker wek van partiyan giran sûcdarkirin û tehdîtan nedikirin. Gelo dagirkeran ne ewende dij bûn? Belê dij bûn, lê wan dizanîbû dijbûna wan hestên netewî yên miletê Kurd xurt dike, madem wisa ye, diviyabû dijayetiya xwe bi destê rêxistinên Kurd pêk anîbana, wisa jî kirin.

Bo mînak yên dixwest ku Kurdistan di nav xwînê de bihêle dagirker bixwe bûn, lê ev yek bi devê Riza Altun, Xetîb Dicle, Mustafa Karsau hate gotin. Bi zanebûn yan jî bê zanebûn evna daxwezên dagirkeran bi ziman dikirin. YNK, Goran û Hizba, Bapîr û Şahsiwar û gelek kesên din bi tundijî û dijmintî ji bo mafê serxwebûna miletê Kurd re digotin NA. Heta şeva referandûmê jî wisa kirin, roja dawî gotin BELÊ.

Sedan hezaran rewşenbîr, siyasetvanên kevin û nû li Hewlêr kom bûn, di otêlan de ji kûlîsan nehatihate derbas kirin. Ji sextekaran heta yên dilsoz her tişt tevlî hev bûbû. Zilamên Hêro di otêl û kolanên Hewlêrê de sehneyên serxwebûnê de wêne didan kişandin, reklam gelek xurt bû. Lê piştî 25 îlonê bi şahiyeke mezin belav bûn çûn.

Îjar berdin kûlîs û civînan, ji bo sê çar kes were cem hev û bihaxife neman ji wan. Hemiyan nabêjim, lê piraniya wan di rêya medya sosyal gelek rexne û talîmat dişînin hikûmeta Kurdistanê re. Gelek ji wan jî heqaret dikin, radeya bêexlaqî û bênamûsiyê jî derbas dikin.

Kesên ku rojek zêde mayîna li Başûr wek xeter dibînin û direvin mala xwe û paşê jî ji Partî û pêşmergeyên ku welatê xwe dixwezin biparêze re jî heqaret dikin çi ne? Ma ev namûs e?

Û xiyanet... 16 cotmeh 2017, erdheja yekem û ya esil, bi dehan qehpetî, derew û xwefiroşî di şevekê de pêk hat. Keça Îbrahîm Ehmed û zarokên wê bi çend hezar mîlyon dolaran namûs û şerefa xwe firotin Îran û terorîstên wan anîn nav Kurdistan û zulim li ser miletê Kurd dan destpêkirin. Bi sedan Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran koçber bûn, hîna jî deverên hatine dagirkrin bin xeteriya jenosîd de ne.

Ev roj derbas bin, baş dizanim, xiyanet dê tune bibe û rojek ji rojan hem jî di nêzikiyan de li Başûrê Kurdistan dewleteke serbixwe wê ava bibe. Sînor û meziniya wê dê çi qas bibe nizanim, lê yeqîn hebe.

Jiber ku beşên din evê yekê ya naxwezin yan jî nikarin, divê nebin dijminê vê dewletê, hinekî anor û rûmeta Kurdayetî hebe, bila werin alîkar bin û yek jî tecrûbe jê werbigrin.

Xetera xiyanetê di 6 mehan de divê hatiba fêmkirin, lê nebû; îjar civîna Dokan bê qîmet e; jiber ku ew roja dawî ye, edî bixwezin jî tedbîreke baş ne bi derfet e. Jixwe çend saet piştî Dokanê pîlana xiyanetê dest pê kir.

Kêmasiyên me çi ne, û divê em çi bikin, esil mesele niha ew in, yên din êdî em biaxfin jî neaxifin jî bê fayde ye.

1. Gava erdhej bû, li oda jor bimînî, ji çûna bi asansorê ewletir e. Jiber ku asansor di depremê de sedî not mirin e.

2. Bi klîda ser derî erdhej nayê fêmkirin, eger li ser derê klîd nebûya wê çawa bihata fêm kirin? Eger bîna li ber çavê te de hejiya be, ji kerema xwe pê bawer be û derkeve der.

3. Wek tedbîr di qata binî de rawestan mirina herî bi xeter e. Jiber ku di erdhejê de ji yên herî binî de dimînin û ti caran dernakevin ew in. Eger tedbîr dixwezî bigrî, di erdhejê de ji bînayan 20 metre dûr li derve bisekine, ne di qata binî ya bînayan de.

Niha em van tedbîran ji bo prosesa serxwebûnê û xiyaneta Kerkûk û dagirkeriya Îranê bifikirin, û bibînin ku tedbîrên me yên siyasî jî eynî wek erdhej in.

1. Gava kiryarên xiyanetê dest pê kir, di destpêkê de biryara kiryarên xwe bide: Eger lêdixî, eger tawîz didî roja ewil bide; roja dawî çi bikî karesat ya te, serkeftin ya xiyanetê ye.

2. Bi destpêkirina Kampanyaya Xiyanetî ya bi navê "Naxêr" diviyabû îhtîmalên xiyanetê hatiba hesab kirin. Civîna Dokanê mîna klîda ser derî ye, dikaribû ew civîn qet nebûya jî.

3. Di îhtîmala dagirkirina Îranê bi rêya Heşdê Şebî hebû, li Kerkûk û bajarên din çaverêkirina wan bi her aweyî nîşana karesatê ye; diviyabû sînorên Îranê ji mêj de hatiba bihêzkirin û bi vî aweyî zeman dihate qezenckirin. Di bajaran de dijî dagirkirinê eger serkeftin jî hebe, ji bo milet karesat dikare biqewime.

Madem wisa ye, niha em bifikirin, ku divê em dê çi bikin?

Bes yek tişt; Bi referandûmê ve hat fêm kirin ku miletê Kurd dewleta xwe ya serbixwe dixweze. Niha em biryar bidin, her tişt li meydanê ye; xiyanet heye, qehpe gelek in, neyar pir in, rewşenbîr û siyasetvanên durû bi têra xwe hene, pirsgirêkên aborî heye; baş e, niha di nav van şertan de em serxwebûnê dixwezin ya na? Rast dibînin yan na? Biryara vê bidin berê.

Baş e, wek şexis tu çi dibêjî Zeynel Abidîn?

Ez dibêjim, belê îro tam roja biryara SERXWEBÛNÊ ye.

Jiber ku jixwe ev sedemên xirab yên li jor em mehkûmê serxwebûnê dike.

Û her çi qas gelek sedemên xirab bin jî, neyartî pir bin jî, esil hêza serxwebûnê miet e û wî jî biryara xwe ji sedî 93 daye BELÊ ye.

Ji vê mezintir sîleh û shert ûmerc ti caran dê nekeve destê me.

Û bi gotina Mustefa Kemal dawî bihînim: Eger miletekî biryara serxwebûnê dabe qet hêzekê nikare wî birwaestîne.

Miletê me evê biryarê ji hemî miletan bibiryartir û saxlemtir daye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

11475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:23:32
x