Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!

Meşaleya ku keça Kurd Jîna Emînî vêxist û rê ji hemû netewên Îran re vekir, divê ev meşale bêxwedî nemîne.

Şeyhmus Ozzengîn

28.10.2022, Cum | 12:45

Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!
Nêrîn Belav bike

Hebûna kurdan li Ewrûpa bi milîyonan têt hesibandin. Ev jî derdixe holê ku, ev girsê li seranserê Ewrûpa bêt organîze kirin, dikare pir tiştan bike. Bandorek mezin li ser sîyaseta Ewrûpa bike. Lê dîyaspora Kurd ji xetek milî û rexistinî bêpar e.

Gelo dîyaspora Kurd li Ewrûpa di çi halî de ye?

Ev pirs li gor hinan; “Dîyaspora Kurd hatîye honandin, navendên vê honandinê hene û pirsgirêka temsîla kurdan hatîye çareser kirin!” Hinek ji xwedîyên van sazîyên ku qaşo hatine avakirin, îda dikin ku “hene, çalakin û bi şîveyek rasteqîn girseya Dîyaspora Kurd a Ewrûya temsil dikin!”(!) Lê rastî ne eve.

Rastî ewe ku; Dîyaspora Kurd li Ewrûpa ne birêk û pêk kirîye. Ji hev cûda, di destê bezirganên sîyasî de, perçe perçe, li gor daxwaz û berjewendîyên şexsan, grûban têt bikar anîn. Ev çend sale, hewlên, tenê bi sembolên netewî bi hev re avakirina navendek Kurdistanî tên dan. Lê hinek bezirganên sîyaseta Kurd û berjewendîperest, pêşî li vê girtine û her xwe davên pêş û nahêlin sazîyek xurd, jîrek û birêk û Pêk ji dîyaspora Kurd re derkeve holê. Xwe davên pêş û pêşî li kar û xebatên dicîh de digirin. Gavek rast, bi destê dehan kesan û rêxistinan pêşî lê têt girtin.

Diyaspora Kurd, li Ewrûpa dikare girseya xwe ji bona piştgirîya herçar perçên Kurdistanê organîze bike, an na?

Pirsgirêk ewe ku li dîyaspora Kurd a Ewrûpa bê sazî ye. Girseye ku bê sazî be, nikare bibe civatek bibandor. Ev rastîyeke. Mînak: Ev nêzî 50î rojîye Li Rojhilatê Kurdistanê serhnildanek girseyî berdewam e. Bi sedan kes hatine qetilkirin, birîndar kirin û zîndan kirin. Dîyaspora Kurd li Ewrûpa, nikare Komîteyek birêvebir, ku çalakîyên piştgirîya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê bihone ava bike. Çalakî perçe perçe û di warekî bêbandor de dimeşe. Bi çalakvanên Faris, Belûcî, Azerî û netewên din yên Îran re birêzgerî têkilîyek nehatîye ava kirin.

Di çalakîyên Referandûma Başûrê Kurdistanê de komîteyek birêvebir a taybet, ji terefê serokatîya Kurdistanê de hat avakirin û fînanse kirin û ev girse organîze kir. Li gor banga wan, li seranserê Ewrûpa çalakîyên bi dehhezaran organîze bûn. Di vê demê de derket ber me ku girseya Kurd a dîyaspora çiqa birçîyê sazî û birêxistinkirinê ye. Mixabin ew Komîte belav bû û nebû pêşeng ji avakirina rêxistinek xurt a dîyaspora Kurd re. Piştî wê me hewl dan ku navendek cidî, ku bi gelemperî girsê û enerjîya Kurdên dîyasspora temsîl bike û organîze bike, bigihîne astek navendî. Mixabin, bi sedan tilîyên nîyekxerab dirêjî vê xebatê bûn. Xwestin ji bona armancên xwe bikar bînin. Teng girtin û bûn asteng ji karekî hêja re. Îro berpirsîyarê vê kaosê ew kesin.

Îro dîyaspora Kurd li Ewrûpa perçe perçeye û nikare xwestin û divêtîyên xwe bîne cîh. Di destê canbaz û bezirganên sîyasî de tarûmar e. Federasyon, komel û sazîyên ku hene, çi dikin, çiqa girsê temsîl dikin û çi eleqeya wan bi pirsgirêkên Kurdên dîyaspora re heye? Ev dîyare! Hinekan ji xwe re mal. Komel, federasyon û centrom ava kirine. Her yek ji wan deh, panzdeh kes li dora xwe kom kirine, ticareta xwe dikin û car caran jî derdikevin pêş, ku bi hewlên sexte bêjin “va em hene”(!)

Ew qayîş û berberîya ku berê di navbera partî û rêxistinên kurdan de bûn, îro bi bandorek xerab didome. Ketîye warekî berjewendîperestîyê. Yên ji xwe re kon avakirine, naxwazin ku ev kon di bin baskekî de bên honandin.

Bi qetilkirina Jîna Emînî re Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li henber dîktatorîya Îslamîst a Îranê çalakîyên girseyî destpê kir. Ev nêzî 50î rojî ye, bê rawest ev çalakî didomin. Mirov tên kujtin, tên revandin û tên wenda kirin. Tehdîdek mezin li ser kurdan heye. Dîktatorîya Îslamîst a Îran, hêzên BASÎC daxistîye kolanên bajar û bajarokên Kurdistanê. Rojê bi hejmarek mezin kujtin û birîndar hene.

Daxwaz ew bû ku em, li Ewrûpa piştgirîyê bidin çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Derket holê ku Kurd sazîyek wan ku bi hewlek navendî dîyaspora organîze bike tineye. Çalakî û hewl teng man. Ala ku Jîna Emînî bilind kiribû, Bi navê Mahsa Emînî ket destê farisan. Farisan, li pir welatan, di çalakîyan de xwestin ku pêşî li Şîar û sembolên kurdan bigirin. Berî berdanek derket ber me ku “em piştgirîya farisan dikin”(!) Lê di eslê xwe de serkêşên van çalakîyan li Rojhilatê Kurdistanê Kurd bûn. Kurdan destpê kir û li gor daxwaza Navenda Hevkarîya partîyên Rohilatê Kurdistanê hat organîze kirin. Kurdan li dîyaspora Kurd organîzeyek bi vî rengî li Ewrûpa ava nekir, ku çalakîyên Ewrûpa organîze bike. Kurdên Bakur, Roava û Başûrê Kurdistanê piştgirîyek Kurdistanî nedan Çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê. Bi gelemperî bêorganîze kirî, beşdarbûn şexsî ma û Farisan bandorek mezin li ser çalakîyan çêkirin. Ew Centrom û federasyonên ku digotin, em hene jî tenê nikarîbûn xwe bi xwe organîze bikin.

Herî dawî çalakîya li Berlîn (22.10.2022) bû. Bi dehhezaran mirov beşdar bibûn. Ji xeynî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hejmarek pir hindik ya Bakurê Kurdistanê di nav de hebû.

Ji Faris, Azerî, Belûcî, Ereb bigire heta Elmanan girseyek balkêş, di bin ala Şahê Îranê de meşîya. Ji ber mezinbûna girseyê, alayên Kurdistanê hebo hebo man. Mesaj mezin bû lê di vê mesajê de Kurd pir piçûk xuya dikirin.

Hin pirsa rêxistinî, hin pirsa piştgirîya herçar perçên Kurdistanê û temsîya kurdan li dîyaspora Ewrûpa carek din derket ber me. Divê bi lez navendek piştgirîyê bêt avakirin ku çalakîyên seranserê Ewrûpa organîze bike.

Divê em jibîr nekin, hilweşandina dîktatorîya Îslamîstên Îran, hin ji bona pêşeroja Kurdistanê û hin ji bona herêmê pir girîng e. Piresa ku Îran li ser Kurdistanê û herêmê çêkirîye têt jikenandin û Kurd nefesek kûr û dirêj digirin.

Meşaleya ku keça Kurd Jîna Emînî vêxist û rê ji hemû netewên Îran re vekir, divê ev meşale bêxwedî nemîne.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:41:41

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x