Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!

Em Kurd, miletekî birîndarin. Lê birîna me, ne tenê bi guleyên dijminan, bi guleyên rêveber û qaşo sîyasetmedaran kûr dibe û elemê digire.

Şeyhmus Ozzengîn

20.05.2023, Cts | 11:05

Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!
Nêrîn Belav bike

Hunermend, eynika miletekî ye. Her kes û şexsîyeta ku bixwaze xwe bibîne û derdorên xwe sererast bike, li eynikê dinêre. Civat, bê hunerê şêwekarî, wek dara bê fêkî, wek şaxê bê gul û pel e.

Rêveber û sîyasetmedar, karsazên me, ji estekîka hunerê dûr disekinin û qîmetê nadin pêkersaz û hunermendên şêwekarîyê.

Bi qasî ku dinya hunermendê xwe biqîmet dike, em Kurd jî hunerê û hunermendan ewqes bêqîmet dikin. Qîmeta ku em didin sîyasedmedar, kebabxur û kultêrxwuran, em nadin hunerê û henermendên xwe. Yek sebeba ku estetîk di tevgera me tineye û em tevgerek hişk û totalîterin eve. Huner û hunermend estetîkê dide civatê. Em Kurd ji vê mahrûmin.

Bi salan e ez vê dibêjim û min dest bi danasîna hunermendên Kurd, yên şêwekarî û pêkersazîyê kir. Min nêzî 13 hunermend û Pêkersaz dan naskirin. Li kul û derdên wan, li xêzanîya wan û armancên wan guhdarî kir. Di van danasînan de min, meramên wan jî anî ziman.

Ezê çend mînakan bidim we:

Hunermend Fewzî Bîlge di xwezîya xwe de her hevokek veşartî dihişt û digot: “belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.

Sîyabend Kaya jî dema Pêkerê Nemir mele Mustefa barzanî pêş min kir de, di xwezîya xwe hevokek veşartî danî ber min û got, „Li hêvîya piştgirîyekê me, ku van dîskîsyonan li ser axa Kurdistan ava bikim.“

Riza Topal Hulmanî jî dema min cenabê wî dît û Danasîna wî weşand 87 salî bû. Sê sal di sere derbas bûye û îro 91 salîye. Xwezîyek cenabê wî jî hebû, digot; „berî mirinekê ku ez bi çavê xwe bibînim, ev keda min berbihewa ve neçûye û hukumeta Kurdistanê xwedî li keda min derketîye ev besî min e.“

Riza Topal Hulmanî, 4500 tabloyên xwe, nûra çavên xwe dîyarîyî hukumeta Başûrê Kurdistanê kiribû. Min û hevalekî rojnameger Zinar Şîno, me bi hev re di televîzyona Rûdawê de li ser Riza topal Hulmanî program çêkir û serî li Wezareta Rewşenbîrî û Serokwezîrê Kurdistanê xist. Me ji wan daxwaz kir ku; „Riza Topal Hulmanî hemû keda xwe a 60 salî dîyarîyî Kurdistanê dike. Ev malê we ye. Divê hûn werin vî malê xwe transportî Kurdistanê bikin ku zarokên kurdan jê îlhamê bigirin.“

Li ser vê daxwazê cîh û kesayetî neman ku me ev daxwaza Hunermendê hêja Riza Topal Hulmanî li ber guhê wan nexist û alîkarîya girtina biryara teslîmgirtina van tabloyan ji wan nexwest.

Mixabin ev sê sal di sere derbas bû. Xwêrxwazekî ev daxwaza me û ev xwezîya Riza Topal hulmanî neanî cîh!

Hayê min jê hebû ku li Başûrê Kurdistanê ji hunermendên kurdan re muzeyek netewî ava dibe.

Di 11.05.2023 an de ev muze bi merasimek mezin hat vekirin. Ji xeynî Hunermendên şêwekarî û pêykersazên Kurdistanê, herkes hatibû vexwendin. Mesrefek mezin lê hatibû kirin, mase ji vexwendan re hatibûn danîn û ji medbexan bêhna kebaban difûrîyan. Lê vekirina muzeya Netewê A Kurdistanê bê hunermendan vedibû!

Ez di kongreya dîyaspora Kurd a li Hewlêrê de jî bibûm şahidê vê helwesta beradayî.

Bi sedan Kurd birin û li Hewlêr birê kirin. Heqê xwarin/vexwarin, Hotêl û bilêtên balafiran dan. Milîyon pere hatin xerc kirin. Lê binî vala bû!

Mi carek din bi çavê serê xwe dît ku eynî zîhnîyet, di nav me kurdan de mîna kurmê darê, li ser koka me rûniştîye.

Ji bona alîkarîya hunermendekî, a bicîhanîna daxwaza hunermendekî 100$ê wan tineye, lê ji bona kultêrxwuran milîyonên wan hene!

Em Kurd, miletekî birîndarin. Lê birîna me, ne tenê bi guleyên dijminan, bi guleyên rêveber û qaşo sîyasetmedaran kûr dibe û elemê digire.

Reveberê ku qîmetê nede Hunermendên xwe, nikare bigihêje astek netewî û qîmetê bide xaka xwe û hêjayîyên xwe jî.

Pişta me ji baran şikestîye û rêveberên me hîn pirtir barên me giran dikin.

Ev ne rewa ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:05:52

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x