Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!

Ji ber veşartina van rastîyan, rayedarên dewleta tirkan ketin rewşek xerab. Xwestin xwe bi derewan veşêrin, lê rastî êdî nayê veşartin. Jinek reben ku bi uzur derxistin, destê wê kelepçe kirin û gotin „va me kujer girt û ev kujera han jî kurd e.“ Ji raha giştî vedişêrin ku kujer û xwedîyên biryara teqînê li kêleka wan rûniştîne.

Şeyhmus Ozzengîn

16.11.2022, Çar | 15:01

Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!
Nêrîn Belav bike

Hemû rêxistinên terorê yên li Efrînê, Hezazê, Carablûs û Babê dermaleyên dewleta tirkan bûn. Dewleta tirkan, ev hêzên terorê xwedî dikir û berdida pêsîra kurdan. Dest dirêjî namûsa kurdan, mal û milkê kurdan dikirin, dikujtin, direvandin û fidye distendin. Ev karesatên ku van hêzên terorê li ser kurdan dimeşandin, bi biryar û piştgirîya tirkan dimeşîyan. Bingehek vê a dijminane li henber kurdan a dewleta tirk dîyar bû.

Hemû hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li van herêman, bi van hêzên terorê re pîlan û projeyên dewleta tirk dimeşandin. Heta civîna ku havîna derbasbûyî li Tehranê, di navbera Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyeyê de çêbû. Piştî vê civînê Tirkîyê daxuyanîyek da û got „em dikarin ji bona çareserkirina pirsgirêkên li ser axa Sûrîyeyî bi Esad û rejîma wî re têkevin têkilîyê. Em dikarin opozîsyona Sûrîyeyê jî qanih bikin.“(!)

Piştî vê daxuyanîya Serokkomarê Tirkîyê, di navbera van grûbên di bin emrê Tirkîyeyê de, li henber Tirkîyeyê nerazîbûnek derket holê. Çend meş û xwepêşandan li hember Tirkîyeyê hatin lidar xist. Ala Tirkîyeyê het şewitandin û helwesta Tirkîyeyê protestod kirin.

Carek din derket holê ku, li van herêmên kurdan, kî, kê ji bona xwe û çawa bikar tîne! Rêveberên tirkan û hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li herêmê dest bi hewlên nû kirin. Îstîhbarata tirkan (MİT) li herêmê civîn lidar xistin û pîlanên xwe yên nû vekirin. Li gor vê pîlanê „divê Cephetul Şam ji van herêman derketa û rê ji grûbên Hareketul Tehrîrî Şam re vebûna.“ (!)

Tirkîye berî bi du hefteyan ev pîlan xist dewrê û li Efrînê û derdorên wê, di navbera Hareketul Tahrîrul Şam (HTŞ) û Cephetul Şam (CŞ) de şer derket. Di vî şerî de çekên giran hatin bikaranîn. Bi pîlan û piştgirîya Tirkîyeyê CŞ ji van herêman hat derxistin û herêm radestî HTŞ bû. Li henber Tirkîyeyê, di navbera grûbên CŞ de nerazîbûnekê destpê kir. Li Tirkîyeyê gef hat xwerin. Tirkîyeyê jî, ji bona dîzaynkirina herêmê, li gor pîlanê nû heta serê salê wext da van grûban û ev grûbên ku nerazîne, bên seza kirin.

Li gor agahîyên ji herêmê tên, sebeba acizîyên Tirkîyeyê li henber van grûban (Liveyên Hamza û Sileyman Şah) yek jê jî redkirina şandina leşkeran ji bona Karabaxê û Lîbyayê bû. Van grûbên bi ser CŞ, daxwaza Tirkîyeyê a leşkeran red kiribûn. Lîveyên Hamza û Silêyman Şah, du grûbên ku bi îstîhbarata tirkan re di têkilîyek germ de bûn. Bi van hewlên xwe dewleta tirkan xwest van grûban seza bike, ku herêmê carek din bikaribe li gor daxwazên xwe dîzayîn bike.

Tirkîyeyê, di herêmê de hin ji bona rantê, hêzên van herêman bera hev dide û hin jî bi vê metodê wan bi xwe ve girê dide û xwedî dike, ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne û berdide pêsîra kurdan.

Di 02.11.2022 an Tirkîyeyê li Entabê bi van grûban re civînek li darxistîye. Beşek ji serkirdeyên van grûbên nerazî, beşdarî civînê nebûne. Hinekan jî protesto kirine.

Tirkîyeyê di vê civînê de „ji nûve dîzaynkirina herêmê“, xwestinên xwe anîye ziman û rê nedaye ku berpirsên van grûbên, yên ku beşdarî civînê bûne bipeyivin jî. Vê rewşê jî nerazîbûnek mezin li henber Tirkîyeyê dexistîye holê.

Tam di virde ezê têkilîya bombeya ku li Stenbolê hat teqandin, metirsîya rayedarên dewleta tirk û rewşa van grûban bînim bîra we.

Dewleta Tirk, wek her carê teqandin xist stûyê kurdan û xwest ku di raya navxweyî de, ji bona xwe bikar bîne. Rastî, ji raya giştî û ji raya navxweyî hat veşartin. Sebeba vê, têkilîyên dewleta tirk yên biqirêj, ku bi van hêzên terorê re dimeşîne, ku ji dewleta tirk re metirsîyekê derdixe holê. Ev metirsî jî divê bêt veşartin, ku rewşa „Hûn van hêzên terorê xwedî dikin, dikin ku li Tirkîyeyê bicîh bibin û bibin bombeyên xwekuj û di pêsîra me de biteqin.“(!)

Ji ber veşartina van rastîyan, rayedarên dewleta tirkan ketin rewşek xerab. Xwestin xwe bi derewan veşêrin, lê rastî êdî nayê veşartin. Jinek reben ku bi uzur derxistin, destê wê kelepçe kirin û gotin „va me kujer girt û ev kujera han jî kurd e.“ Ji raha giştî vedişêrin ku kujer û xwedîyên biryara teqînê li kêleka wan rûniştîne.

16.11.2022

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:02:06

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x