Dayîkbûnekî nû  

Pedîvîye rê ji hundabûna Kurd û Kurdistan di nava peyîva biratiye gelan û turkbune yan iraqbûne û hwd ware girtin. Aştî û pêkvajiyan li esase rêzgirtin hebûne gelekî wekû û nişitimanekî wekû Kurdistan dibe. Eger ev nebe wate berdewambûna bindestiye di nava formulên ku naveroka wê vala dewam dike.

Remezan Kerim

30.12.2016, Cum | 20:00

Dayîkbûnekî nû  
Nêrîn Belav bike

Xwezaya siyaseta serkeftî û demdirêj pirrengî û pirgengî hez dike û esas digire berevajî ji şikest û jiyanekî demkurt re rû bi rû dimîne ber ewa grînge siyaset rengîn be û ji deng cuda cuda re vekirîbe ji bo ewa xebat û tekoşîn dewlemend bibe. Deng û rengên ji xwe re peşkeftina xebat bo Kurd u Kurdistan u netewperwarî esas bigirin.

Siyaset tek reng u tek deng û hwd. Di dawiye mahkûmê şikestekî mezine piştî wê yan alternatîvekî radîkal çêdibe yan teslîmbûnekî temama ev me di Sûriyê u Iraqê û welat din dît heman rewş di siyaseta kurdî de heye. Rewsa bakûr Kurdistan berçave dema siyaseta partiyek şikest bixwe ji xwe re şikesta gelekî tîne.

Panzeyîra vê ewa ku cihê yek hêz cend hêz hebin bo hevdû temama bikin. Hêzên marjînal u nîvçalak pewiste bibin yek yan bibin cehpe u Dayîkbûnekî nû çêbkin ji bo pêsh şikesta gelekî bigire ewaye di encama xeletiya hêzekî tekrewi u siyaseta Dewlete ku ji xwe re tesfiye weku paradîgm digire .

Dema zeyîfbûn û mirina hêzekî te meyîdane dibe yekser avabûna hêzekî nû peşbikeve hama ne li ser înkara û îmha hêza pêstir beravajî tiştên ku bash hene warbigire û pêş bixe.Kurdistan bi giştî û Bakûrê Welat bi tayîbeti pewiste bi Kurdistani kirin u Welatperwariye siyaset û xebat heye.

Pedîvîye rê ji hundabûna Kurd û Kurdistan di nava peyîva biratiye gelan û turkbune yan iraqbûne û hwd ware girtin. Aştî û pêkvajiyan li esase rêzgirtin hebûne gelekî wekû û nişitimanekî wekû Kurdistan dibe. Eger ev nebe wate berdewambûna bindestiye di nava formulên ku naveroka wê vala dewam dike.

Her formûl u paradîgmekî ku nirxên giranbiha têda nebe wekû xak u millet wekû azadî u serxwebûn yan jiyanekî wekhev hevbeş te wateya radestbûne u xizmetkirine dagirkeran. Min li Welatekî de amade nim bijîm ku nebînim ew Welat rêzê min digire u hebûne min qebul dike ev nimûna Iraq berçave.

Weku stratejî gava yekem avakirine hêzekî nû û despekirina xebat piştra amedkirina gel ji bo Welatekî Azad û derxistina Vîna azad ew vîna ku bi fermana yek kesî hereket nake vîna ku Doza Kurd û Kurdistan esas digire. Iflasa tekrewî bercava ew îflasa dibe ji me re bibe nimûna ku em dijî ve zarokeki nû ji Dayîk bibe û xebatekî despe bike.

Di guhertinên Rojhilata Navîn de ku firsendekî nû hatiye berdeste Kurdan ewaye ku rêgire bê hêvî bûne ji avakirina Dewletekî Kurdî. Kurd heqê xwe Dewlet heye u şev û roj pewîste ji bo we xebat bike eger îro derfet niye îlan bike ewa sibe çêdibe grîng xebat raneweste.

Parti grûpp yan kesayetî ku ji xwe re pêştir eger jiyanekî marjînal hilbijartbûn yan dibe xwe îflas bikin yan dibe tevlî Dayikbûna nû bibin.Di naverast mayîn nahe qebul kirin.Ya rast despêkirina xebatekî bihêz bi hevra ji bo Kurd û Kurdistan.

Remezan Kerim (Shakiro Kurd)

Kurdistan-Hewler

28-12-2016

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
10697 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:37

Remezan Kerim

x