Qasimlo..! Simbola Xebata Kurdperweriyê ye?

Ji ber van sedeman, nav û dengê Dr. Qasimlo tirseke mezin xistibû dil dijmin û neyarên gelê Kurd, ji ber ku Xumeynî dît ku, ew tê risawkirin û bi rola Dr. Qasimlo heval û dostên gelê Kurd zêdedibin û bextreşiya doza Kurd û bêbextî û rûreşiya rejîma îslamiya Tehranê aşkere dibe û ji ber serkeftin û destkeftinên ku

Mihemed Hesko

17.07.2020, Cum | 07:24

Qasimlo..! Simbola Xebata Kurdperweriyê ye?
Nêrîn Belav bike

Her pêngavek berve rewşenbîriyê, pêngaveke berve azadiyê ye? Karl Markis

Mixabin berya çend rojan salvegera şehîdkirina pêşeng û kurdperwerê dilsoz Dr.Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bû, ku li ser destê neviyên dijmin û neyarên mirovatiyê zilamên rejîma faşîzima îslamiya Tehranê û bi fermana rûpîs û rîqiêj Xumeynî yê xwînrij di 13.07.1989`an de li bajar Viyena paytexa welatê Nemsayê hatin terorkirin. Bi vê yekê û bi vê kiryara qirêj ku dûr e ji hemû rewiştên mirovî, dîsa û dîsa neviyên çanda şovînizmê û ya hovîtiyê nalên hovîtiya xwe biriqandin û kîna dilreşiya xwe bi ser xweşmêrên kurdan de rijandin!

Piştî ketina rejîma Şah Behlewî û serkeftina Xumeynî di sala1979`an de,gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tûşî zordestiya neteweyî û zordestiya rêolî(mezhebî) bû, zordestiya rêolî dijwartir e ji ber ku ew zordestî ji rêolangeran ve pîroz dibînin, ji ber ku bi fetwaya Xumeynî bû û têde dibêje ku, divê Kurd werin kuştin. Di vir de gotina Can Misiliyê Ferensî tê bîra mirov ku dibêje:``Dawîn Padîşah bi rûviyên dawîn melle were bidarvebikin``. Ji ber ku herdu rejîman zoredtî û zordarî li Kurdan kirine û ev fetwaya Xumeynî temiya padişahê Farisan Qembîz kurê Koreş ku di sala 522 b.z temiya xwe kiriye.

Mixabin, çiqas îro wek duhînî ye, an duh jî wek îro ye,her û her kînbarî, bêbextî û çavnebariya li hember mafên gelê kurd û kesatî û serkirideyên Kurdan ne ji niha ve ye, lê belê ev hizra reş û şovînizm ji serdema ketina Împaratoriya Mîdiya sala 550`î b.z û virde vedikşe û bi rengekî gellek zelal di temiya Qembîz kurê Koreş padişzahê Farisan de xuya dibe, ev temiya Qembîz di sala 522 b.z de û di dema ku ji şerê dijî welatê Misrê encamdabû, vedigere û dema dighêje welatê Sûriyayê, nûçe ya serkeftina kodetaya Mîdiyan bi serokatiya Gawamata dibhîse û Mîdî ji nûve bûne padîşah, vê yekê kir ku Qembîz û tevî ku li ber mirinê bû, lê dîsa ji bêbextî kîndariya xwe nehat xwar û têde daxawzê ji serkirdeyên digel de dike ku, divê hûn nehêlibin Mîdî bibin padişahê we û eger hûn bi vê yekê razî bibin hûnê heta heta birçî û stûxwar bijîn, eger na hûnê heta heta dewlemend û kêfxweşî bijîn, û eger hûn temiya min bi cihnekin wê nifir û niçirên min heta heta li we bibarin.

Min xwest vê mînak bînim ziman daku wê yekê bêjim ku, du hezar û pêncsed salin her û her helwest û nerîna dijminên gelê Kurd nehatiye guhartin û her xebatkar an siyasetmedarekî dilsozê kurd wê bibe armanca tîrên wan. Pakrewan Dr.Qasimlo ku derçûyê dibistana Pêşewa Qazî Mihemd e, lawê rêbaza kurdperweriyê, xwendekarê dîroka bindestiya gelê xwe ye, lewra bû kesatiyeke karîzmî ya berçav û bi şarezayî ya xwe roleke diplomasî girîng li ser asta herêmî û navdewletî dilîst û bi dilsozî û kurdperweriya xwe bo xwedî bandoreke mezin ne tenê di nava Partî Demukara Kurdistanê- Îran (P.D.K.-Î) de lê belê li di civaka kurdî li Rojhilata Kurdistanê de bi taybetî û li nav gelê Kurd bi giştî, bi hizra xwe ya şoreşgêrî û riftar û rewişta xwe ya mirovhez û mirovdostî bû hêviyek di dilê gel de,bi xebat xwe ya kurdpewerî û bi tevgera xwe ya bi dilsozî bo gelê Kurd û nerîn û şiroveyên zanistî û dirust bo simbola kurdperweriyê û herwiha bû hilgirê alaya xebat û rêberê hemû têkoşerên gelê Kurd.

Ji ber van sedeman, nav û dengê Dr. Qasimlo tirseke mezin xistibû dil dijmin û neyarên gelê Kurd, ji ber ku Xumeynî dît ku, ew tê risawkirin û bi rola Dr. Qasimlo heval û dostên gelê Kurd zêdedibin û bextreşiya doza Kurd û bêbextî û rûreşiya rejîma îslamiya Tehranê aşkere dibe û ji ber serkeftin û destkeftinên ku Qasimlo bi destvetîn e, vê yek kir ku Xumeynî û berdestên wî har û çavsor bibin û pilana şehîdkirina Dr. Qasimlo dariştin û bi dek û dolab, bi xapan û xiniziyê tawana xwe encamdan.Lê bila tawankar baş bizanibin ku, neviyên Keyxwesrew, Gawamata, Nehrî, Şêx Se,îd û Hefîd, pêşeng Qazî û Qasimlo wê pêbendbin bi pêvajoya azadiyê, wê hilgirê xetîrên rizgariyê bin û wê berdewambin û wê serkêşiya karwanê qurbanîdanê ta roja felatê bikin?

Almanya, 17.07.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:49
x