Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî

Berî ku ez dest bi beşa vê nivîsê bikim dixwazim zelaliyekê bînim da ku em hevdu şaş fêm nekin.Min di tu nivîsên xwe de negotiye û nabêjim hemî partî, tevger û rêxistinên heyî. Tim min aniye zimên ku piraniya wan. Ji ber ku hemî di her warî de ne weke hev in. Ji ber ku hin îdeolojîk in, hin neteweyî difikirin û hin ji ji bona berjewendiyan şexsa têne avakirin an damezrandinê.

Bube Eser

24.10.2022, Pts | 07:42

 Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî
Nêrîn Belav bike

Çareserî!!!!

Heger em vê xala xwe ji nûde vekin û bêjin ku çareserî çi ye? Bawerim gelek ji we vê baş dizanin. Lê ez ê dîsa li gor xwe vekim

Berî her tiştî çareserî ew e ku van sal mezinên me dev ji rêbertî û serokatiyê berdin. Li gel vê divê hemî jî zarokên xwe di nava partî û tevgerên xwe de çalak bikin. Heta ku ciwan pêşkêşiya partî û tevgeran nekin, hûn bizanibin ku ji wan yek jî dê bi sernekevin.

Li bakurê Kurdistanê hingî partî, rêxistin û tevgeran soz dane gel û pêk neanîne, êdî xelk nema ji wan bawer dike. Ya din bi salane ku behsa bi hevre karkirin û yekîtiyan tê kirinê, lê ci ecêb e ku ew bi ser nakeve û ne ketiye.

Ez bi xwe gîham (gihiştim) wê qenetê ku êdî li bakurê Kurdistanê di xebatên siyasî de helwesta hin serok, rêvebir û hin partiyan tenê bûye ango maye ji bona şovê. Gotinên mezin dikin, lê emel vala ye. Karên mezin û giran dane pêşiya xwe lê nikarin komeleyekê vekin. Ala kurdî ji dest wan nakeve lê erkê wê alê bi cih naynin. Çend salin deh kes bûn, daketin neha lê ne bûn yanzde. Ji bona azadiya kurdistanê li ser rê ye, lê nikare serê xwe ji tevliheviyê Azad bike...

Sedema vê jî li gor min ev e ku gelek ji wan sal mezinên me di demên bi hevre kar dikirin, ji ber sedemên ne sedem bûn, bi hev ketin tu tişt nema ji hevre negotin. Bi salan halê hev nepirsin silav jî ne didan hevdu. Lê îro em dinerin van camêrana ji nû de hatin ba hev. Gelo wê çi bikin? Gelo wê dilê wan çawa li hev rûnê???

Min gelek caran gotiye dîsa dibêjin, hatina wan î ba hev ji bona hevdu li hember dîrokê paqij derxistinê ye. Ji bona gemara hevdu şuştinê ye. Heger ne weha be divê her yek ji wan berê lêborîna xwe ji gel bixwazin ku wan bi sala gel bê rêber hiştinê.Tevger û rêxistinên xwe belav kirine û ji nû de hatina ba hev ku wî şerbike jikestî biceribînin û weke berê bikin.

Divê ew ji bona hemî kirinên xwe yên nebaş, di raya giştî de rexne li xwe bigirin û bêjin ku em bûne sedem ku me partî û tevgerên xwe yek bi yek têk birin.

Divê her yek ji wan, zarokên xwe bixin nava karên siyasî. Divê em ji bîr nekin dema di salên 1970ê me dest bi karê siyasî kirin, me hemiyan wê demê ji malbatên xwe de destpêkir, Bra û xuşkên me, pismam, brazê û xwarziyên me li gel me bûn. Heta piraniya dayik û bavên me jî li gel me bûn. Lê îro????

Ji ber vê sedemê bû ku roj bi roj em mezin fireh dibûn. Hingî em bû bûn xwedî qaweteke mezin êdî dagirkeran jî hesabê me dikirin ku em ê şoreşê bikin. Her weha jî bû. Gelek ji partî û tevgerên wê demê haziriya xwe û şoreşê dikirin. Lê ji ber em bê tecrube bûn, me wenda kir û partiya dagirkeran ava kiribû li gor dilê wan bi serket.

Gelo heta roja îro kîjan serok û rêberên wê demê lêborîna xwe ji gel xwestin û sedema wendabûna xwe got û nivîsîne. Ne tu kesekî. Dema mirov, partî û tevger ji raberdûyên xwe dersan negirin mirov nikare ji bona gel pêşerojeke zelal bibîne.

Ha wê .çi bibe? Wê kar û xebatên bêne an têne kirinê dê ji bona kêmanî û şaşiyên hin rêber û serokên wê demê bin. Ji xwe karê wan î niha jî ew e. Ji bona xwe li hember dîrokê paqij û temîz derxin, ji bona guneh û sûcên xwe veşêrin, ji nûde li gel wan kesên berê silav jî ne didan hev, dest bi damezrandina tevger û partiyan dikin.

Lê ji bîr dikin ku wê dîrok rojekê vî hesabî ji wan kesên xerabiyên mezin kirine, bipirse. Dîrokê de kê çi kiribe dê bê nivîsên. Loma divê me re berê ji xwe de destpê bike. Kêmanî û şaşiyên xwe rêz bike da ku bikaribe bi karên baş ve rabin.

Di vê rewşê de û di vê nivîsa dawî de dixwazim bêjim: Îro piraniya partî û tevgerên heyî ji bona bakurê Kurdistanê luks in, zêde ye. Bi pirbûna wan û bi kêmhêzbûna wan tu welat nayê azadkirin. Loma dibêjim:

Di dîrokê de şaşiyên me tevan çê bûne, divê berê em wan bêjin. Perçebûn demekê bû bû weke adetekê. Ji bona em ji nû de bikaribin karekî dilsozana bi hevre bikin.

Divê em wan şaşî û kêmaniyên xwe temam bikin, bêjin û binivîsînin.

Çine wan a??

Li gor min perçebûna psk ê weke du rêxistin luks e, zêdeye. Ev me ji qawet dixe. Divê herdu jî ji PDKa rojhilata Kurdistanê ders bigirin û dîsa yekîtiya xwe pêk bînin. Ev ê di berjewendiya Kurd û Kurdistanê de be. Divê PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) vegere dema xwe ya damezrandinê.Ji nû de wê germ û baweriya di destpêkê de dabûn, pêk bînin.

Divê PAK ji nû de rewşa xwe li ber çavan bi awayekê li xwe rexne girtinê derbas bike. Kêmanî û şaşiyên hatine kirin telafî bikin, Bi bangawaziyeke nû de ji bona hemî rewşenbîrên bakurê kurdisanê wan bicivîne û bi hevre li ser rewşê rawestin, kar û xebatê bikin. Ji rewşenbîr û nivîskaran xeyidandin dê ne di berjewendiya wan de be. Divê PAK jî nebêje ez û ez. Bila slogana wan ez û em bin.

Li bakurê Kurdistanê hêzek an tevgereke sivîl ku qet eleqedara xwe ji karê hizbayetiyê neyne pêwîst e. Damezrandina tiştekî weha divê tenha karê xwe ji bona ziman û çanda gelê kurd be.

Di damezrandineke weha de divê piraniya nivîskar û rewşenbîran di nava wê de cih bigirin da ku bikaribin ji nûde zimanê li ber mirinê ye, li gel vegerînin. Heta ku em karê siyasî û yên çandî ji hev cûda nekin, ne di warî siyasî û ne jî di warê çandî û rewşenbîrê de em ê bi ser nekevin. Ji bona avakirina dezgeheke weha ez ê di pêşde dîtinên xwe bi we re parvekim.

Heta ku li bakurê kurdistanê em karê siyasî ji partiyên xwe yên siyasî re bernedin û weke nivîskar û rewşenbîrên vî gelî jî xwe di bin sîwaneke rewşenbîrê de neyên ba hev, em ê di herdu waran de jî wenda bikin. Ez ê di rojên pêşde di vê darbarê de bi nivîseke fireh nerîn û dîtinên xwe bi we re parve bikim.

Çi dibe bila bibe welatekî kolonî weke Kurdistanê bê rêxistin an partiyên siyasî zehmet e ku azad bibe. Tenha bi rêxistinên sivîl jî ziman û çanda wî miletî ji mirinê xilas dibe û divê êdî em li ser vê nerîn û dîtinên xwe bêjin.

Ez ji partiyên me yên siyasî re serketinê dixwazim. Bawer bikin min di sala 2010an anîbû zimên ku hemî partiyên Kurd û Kurdistanê partiya min e jî. Kîn û nefreta min li hember tu partiyên Kurdistanî tune ye. Heger carna rexneyên min tûj jî be ew jî ji ber êşa dilê min û bela wela wan e. Ji hemiyan re serketinê dixwazim.

Bûbê Eser

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:47

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x