Efrîn li ber xwe dide …

Dewleta Tirk ti carî ji bo birayetîya gelê Kurd neketîye nav liv û tevgerê, her wext ji bo perçekirin û bê îradekirina Kurdan xebtîye .

Avash Hannan Muhammed

24.01.2018, Çar | 09:48

Efrîn li ber xwe dide …
Nêrîn Belav bike

Operasyona dewleta Tirk ya faşîst û mitinger li ser herêma Efrinê, di roja pêncan de bê rewastandin berdewam dike.

Di rastîyê xwe de şerekî giran li herêma Efrîn diqewime , ne wekî opersyoneke asayî dimeşe û ne wekî dewleta Tirk bahis dike ku ew dixwazin sînorên xwe ji terorîstan bi parêzin , lê belê şereke gelek giran ji bo dagirkirina Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bi rêvediçe.

Dewleta Tirk ya zalim bi hemî îmkan û hûnerin xwe ya leşegerî di ser xelkê sîvîl de seferber kiriye ,çendin balafir tang û topên wê heyî pê xelkê herêmê bombe baran dike .

Li hember hovîtîya dewleta Tirk û çeteyên artişa azad xelkê herêma Efrînê berxwedanîyeke mezin û bi rûmet nîşan dide heyanî niha gelek şehîdên sivîl û leşgerî çêbûna û hijmareke mezin ji birîndaran di nav de jin ,zarok û kal jî hene , lê ti kesek ji hewlatîyên herêmê ji mal û gûndê xwe derneketine û parastina axa xwe weke erkeke pîroz dibîne .

Armanca dewlata Tirk ji vê Êeîşê çîye?

Operasyona dewleta Tirkyê li ser herêma Efrînê tenê bi herêma Efrînêre sînordar nîne ew dixweze destkeftinin Kurdistana rojava têk bibe, mesele ne girtina quridora terorê ye , armanc ji operasyonê fetsandina qurîdora Kurd li hemu beşên Kurdistanê ye , fubîya Kurd hîştîye serokê Tirkîyê hemu Kurdan terorîst bibine .

Demek dirêje Recep Tayîp Erdogan tinê ser zimên û dibêje" em nihêlên dewleteke Kurdî li rojava çêbibe û emê hemî derfetin xwe seferber bikin ji bo ku ev xewinê Kurdan pêk neye ."

Gava mirov li helwest û axaftinin serok komarê Tirkîyê û hevkarî wî yê faşîst Dewlet Baxçelî dinêre dibîne çiqas bi kîn û dijmintîyeke mezin li hember gelê Kurd tevdigerin.

Dewleta Tirk ti carî ji bo birayetîya gelê Kurd neketîye nav liv û tevgerê, her wext ji bo perçekirin û bê îradekirina Kurdan xebtîye .

Di demeke gelek nîzîk de helwestên wan li hember Başurê Kurdistanê jî me dîd , gava serokê herêma Kurdistanê Mesut Berzanî biryara referenduma serxwebûna Kurdistanê da qîyamet rabû û çi ji dest wan hat astengî derxistin , ji bo Kurd li Başurê Kurdistanê bi encamê serkrftina referendumê kêf xweş nebe ,di pîlana dagirkirina Kerkukê de roleke li ber çav li hîstin. Peyveke me Kurdan heye dibêje"dijminê dijmênê te dustê mine"

Dewleta Tirk careke din ji ber dijmantîya Kurdan bi

dijminên xwera bibu heval û hevkarîya Îraqê û Îranê kir ji bo tirajedîya Kerkukê bê jîyan kirin .

Li bakurê Kurdistanê bi navê rewşa awrete hilmeta bê îradekirina gelê Kurd berdewame , derbê 12 ê Îlonê li ber derbeyin Erdogan ne tişteke , operasyonên girtin û qîrkirinên sîyasî di asteke bilinde berdewem dike .

Li tevahî Tirkîyê de , rewşeke ne arama heye , mûxalefet nemaye hemu bi zimanê hikûmetê diaxifin, dewlet bi qunsepteke berfereh vê şerê dimeşîne , hemu artêş , sazîyên ragahandinê û sîyasetmedarên wê bi zimanê şer di peyvin û dixwazin doza Kurd tine bikin .

Recep tayîp Erdogan di hilbijatênên serokomartîyê yê ku di sala 2019 de çêbibe, dixweze dengên baş bîne û careke din bibe serok ji ber vê yekê hewleke mezin dide ji ber ev armancê wî pêk be.

Serhildanên dawî yêku li Îran û li Rojhilatê kurdistan ji bo maf û azadîyê mirov çêbûne ,dewleta Tirkîye çi ji destan hat kir ji bo ew pêl belav nebe.

Berxwedanîya Afrînê xala destnîşankirina pêşeroja Kurd e .

Şikandina berxedana Efrînê tê wateye şikandina îradeye gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê .

Heger Afrîn bi serket ku ez jî di bawarîyêdeme ku ewê bi serkevê (buka Rojavayê Kurdistan Efrîna delal) , wê demê hemu Kurd bi ser dikevên û dibin xwedî gotin û biryar di civaka nav dewletî de .

Gava Kurd li Kerkukê şikîyan xelkê herêma Kurdistanê li başur zayîf ketin û bê morl man , ev yek bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistan , Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê kir, yekser zimanê mitingerên Kurd hat gûhartin û zixitin wan li ser gelê Kurd tundtirbu.

Îroj Kurdên Bakurê Kurdistanê dibin terora dewleta Tirk de jîyan dikin û nikarin nefesê bigirin , dewleta Tirk û serokê wê bi êrîşkieina ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê meşruyetê xwe windakiriye , kuştin û qîrkirinê layîqê Kurdan dibîne .

Hilmeta dagirkerîya dewleta Tirk li ser herêma Efrînê pêwîste bê şikandin û xwedî li berxwedanê Efrînê derkevin , hemu Kurd divê êrîşa dewleta Tirk şermezar bikin .

Piştgîrîya berxwedana Efrînê ewê derîyê Kurdan li hev veke, û tekoşîna azadîya xwe bimeşîne , divê tenê Kurd ji derdê hev fambike û tenê Kurd mûhtacê hev bê , eger em bûn yek dil û yek rêz ti kesek nikare me bike berdêl , ji ber vê yekê pêwîste konsepta Kurd netewayî be, hemu partîyên sîyasî yên çar perçên Kurdistanê xwedî helwestbin li hember dagirkirina Efrînê. .

11286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:23

Avash Hannan Muhammed

x