Erdhej û Em!

Azadî û serxwebûn divê!

Ahmet Önal

24.02.2023, Cum | 15:07 [ Güncellenme: 24.02.2023, Cum | 16:28 ]

Erdhej û Em!
Nêrîn Belav bike

Dem şeşê sibat û sar

Sal 2023 û berbang

Kathêjmar 04.17

Bani li ser me

Di xew û xewna germ de

Ruxiya!

Di heman rojê de

Di kathêjmara 13.24\'i de

Dubare

Erdhejîya,

Ji banî ve

Li me asiman barbû.

Hawara me

Erş qelîşand

Lê dewleta hov

Li sewta me k\'erbû

Bo ku dijmin bû

Ne ji me û mirovatîyê re bû

Nehişte ku kes jî sewta me bibîhîsî,

Bi sedan hezaran

Di bin kavilan de mabûn

Hêza me nîn bû

Ku em vî barî rakin!

Hovan nehiştin ku

Alîkarî bigêhêje me

Bi qîrînên me

Tevî me

Di nav kavilan de

Dem bûhurî bi seaat û rojan

Cestên me vemirin..

Gîyanên ku wenda bûn çûn...

Em ên ku

Birindar û zindî man

Bê bijişk

Bê xwedi

Di nav xirban de

Di aresteyan de man.

Em nûka

Dilşewatin

Fena findin dihelin

Li hêlûna xwe digerin

Lê nîn e..

Di roja reş de man e

Hilweşîya kûçe û kolanên me

Cîhê me bê navnîşan e

Paşeroja me ne dîyar e

Li ber diyarê,

Kistikê

Semsurê,

Dilokê,

Amedê,

Meletê

Mereşê

Rihayê

Heta hetayî

Hetayê û hwd.

Ku di vê erdhejê de

Em ên ku bê dewletin,

Ji wê bonê bê pergalin,

Di vê sar û seqeme de

Bê kon,

Bê agir

Bê nan,

Bê av in

Zarokên me

Mirî

Bê perwerde,

Bê dayik û bav

Bê tendurîstî

Bekes mane

Di destê hovan de,

Em di kavilên erhejê de

Mirî

Birîndar

Tî û birçî

Û bi her avayî

Giyan didin

Derbeder in.

Li ser termên me

Dujmin duayan li xwe dike,

Ji ber mirina me

Cîhan

Sersaxîya

Dagirkerên me dike.

Li ser termê me,

Ala dagirkeran

Berz û pêl dikin.

Em jî netewe ne,

Kurdin,

Kurdistanin

Xwedî welat û al in

Ma kesk sor û zer

Sipî û gewhera me jî heye!

Êdi ne bes e!

Benî û genîya ku em tê de ne

Ev rewş,

Naşibe jîyan û diroka mirovatîyê.

Bo me,

Da ku ji van

Azar û derdan felatî pêdivê

Rızagarî û şoreşî,

Azadî û serxwebûn divê!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1882 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:51:29
x